Li Efrînê 3 birayên Kurd hatin revandin
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û di berdewamiya binpêkirinên mafê sivîlan de, çekdarên opozisyona Sûriyê ji malbatekê 3 bira ji gundê Gerzêlê yê ser bi navçeya Şêrewa ve revandin.
A+A-
Jêderên xwecihî yên ji navçeya Şêrewa ya Efrînê ve ragihandin, ku çekdarên grûpa Ehrar El-Şam a opozisyona Sûriyê ve avêtine ser gundê Gerzêlê û 3 birayên Kurd revandine.
Çavkaniyên xwecihî yên ji navçeya Şêrawa ya Efrînê, nasnameya wan hersê birayan weke Salih Osman, Ehmed Osman û muxtarê gund Fewzî Osman ragihandine. Li gorî çavkaniyên navborî, çekdaran kesên revandî ber bi cîhekî nediyar ve birin.
Berî niha jî 13 sivîl ji heman gundî ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin