Li Efrînê 4 kesên din ji alîyê çekdarên Tirkîyê ve hatin revandin

Li Efrînê 4 kesên din ji alîyê çekdarên Tirkîyê ve hatin revandin

Li herêma Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê, 4 kesên din ji alîyê çekdarên Tirkîyê ve hatin revandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Jêderekî taybet ji Efrînê ji K24 re ragihand, çekdarên grûpa Feyleq El Şam pêr (12 Gulanê) avêtin ser gundê Dêr Belûtê yê li navçeya Cindirêsê û 4 welatî revandin.

Wî jêderî da zanîn, kesên hatine revandin, 3 ji wan Kurd in û yek jî ereb e. Navên wan jî wiha ne: Îbrahîm Izedîn Heyder, Celal Reşad Bakîr, Îbrahîm Xelîl Hebeş û Ehmed Îbrahîm Hesen.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên ji berî du salan ve, heta niha bi hezaran welatîyên Efrînê ji alîyê grûpên çekdar ve hatine revandin.

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin