Li Efrînê akademîsyenekî Kurd hat revandin
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, akademîsyenekî kurd ji navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê revandin û berê wî dane cihekî nediyar.
A+A-
Hate ragihandin ku çekdarên girûpa Sultan Mûrad, sê roj berê, derdora mala Dr. Riyad Menla li taxa Melahî li navenda bajêr kirin zîncîreke ewlehiyê, pişt re ew revandin û heya niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Berê jî, Doktor Riya ji aliyê milîsên leşkerî ve, di Remezana bihûrî de hatibû girtin, lê pişt re hatibû berdan.
Doktor Menla, akadîmînasek di warê bazirganî û aboriyê de doktora kiriye û xwediyê dibistana Esdîqai ya taybet e û herwisa xwediyê xwaringeha Çiyayê Hawarê ye. Ev xwaringeh, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve weke xaleke leşkerî hatibû nîşandan lê di pişt re wan ew xwaringeh radestî girûpa Hemzat kirine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin