Li Efrînê çekdaran 20 welatî revandin

Li Efrînê çekdaran 20 welatî revandin

Gûrûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve bi mebesta standina pereyan ji malbatên wan, 20 welatîyên Efrînê revandin, li hember berdana her revandîyekî jî, daxwaza 10 hezar Dolarên Amerîkî dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, gûrûpa Ewlehîya Sîyasî û Îstixbarata Tirkîyê roja 26ê vê mehê endezyar Welîd Hesen ku karmendekî Rêveberîya Hatûçûnê ya Efrînê ye revand û ta niha çarenivîsa wî ne dîyar e.

Herwha Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê da zanîn jî, wan her du gûrûpan jî duhî, her du endezyar Hemîd Mûsa û Sekwan Hesen û karmendeke Encûmena Xwecihî ya Efrînê bi navê Bangîna revadin û çarenivîsa wan jî ne dîyar e.

Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê ragihand jî, duhî grûpa bi navê Lîwaya Weqas bi ser gundê Anqelê yê ser bi navçeya Şîyê ve girt û 10 gundî ku piranîya wan xort in revandin û li hember her kesekî ji wan daxwaza 10 hezar Dolarên Amerîkî kirine.

Wê rêxistinê navê revandîyan aşkere kir, ku wiha ne: Îbrahîm Şukrî Elûş, Hesen Şukrî Elûş, Arif Mihemed Şukrî, Rîyad Elî, Nezmî Xelîl Ehmed, Ezet Mihemed Omer. Merwan Enwer Hesen, Azad Hesen, Arif Kemal Ebîdo, Nîhad Neşet Bekir.

Herwiha grûpa “Emşat” pêr 3 welatî ji gundê Çeqela yê Şîyê revandin û li hember berdana wan jî daxwaza 10 hezar Dolarên Amerîkî ji malbatên wan kirine.

Wê rêxistina mafên mirovan dîyr kir, li navçeya Şera ku berî hefteyekê welatîyê ji gundê Dêrsiwanê Husên Nûrî hatibû revandin û pişt ku pere dabûn û hatibû berdan, lê careke din duhî grûpa Polîsa Medenî Husên Nûrî û dîya wî û hevjîna wî revandin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve û heta niha, grûpên çekdaran bi mebesta standina pereyan ji xelkê Efrîmê, bi hezaran kes bi buhaneyên cuda revandine. 

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin