Li Efrînê çekdaran gorên Kurdan têk didin
Çekdarên opozisyonê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di berdewamiya binpêkariyên xwe yên di derheqê welatiyên Kurd ên herêmê de, kêl û gorên Kurdan têk didin.
A+A-
Welatiyekî ji Efrînê ragihand ku doh roja Çarşemê çekdarên opozisyonê kêlik û gorên goristana gundê Edama yê ser bi bajarokê Reco ve têk dane û bi erdê re rast kirine.
Bi gotina wî welatiyê ji Efrînê, hinceta çekdaran bo têkdana kêl û goran, ew bûye ku ew kêl û gor ji erdê bilind in û li gor hizrê wan, divê bi erdê re bên rastkirin.
Hefteya bihorî jî çekdarên opozisyonê kêl û gor, li gundê Meydankê yê ser bi nehiyeya Şera yaEfrînê ve bi heman behaneyê têk dabûn û bi erdê re rast kiribûn.
Di Kanûna bihorî de jî, bi hinceta firehkirina rê, çekdaran heman kiryar li gundê Sinarê yê ser bi nehyeya Şera kiribûn û zêdeyî 500 gorên goristana wî gundî têk dabûn.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin