Li Efrînê çekdaran keçeke Kurd revandin
Çekdarên opozisyona Sûriyê li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê keçeke Kurd revandine û heta niha çarenivîsa wê keçê nexuya ye.
A+A-
Li gorî agahiyan, ew keça Kurd li Taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê ji aliyê grûpa çekdarî ya Hemze ve, ku komeke çekdar a ser bi opozisyona Sûriyê ve ye, hatiye revandin.
Navê wê keça ku ji aliyê çekdaran ve hatiye revandin, Emel Hisên Omer e, û heta niha jî çarenivîsa wê nediyar e.
Li gor wêneyê wê keçê ku li ser torên civakî hatine belavkirin, temenê Emel biçûk e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin