Li Efrînê ji bo kursên Kurdî tomarkirina navan dest pê kir
.
Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo kursên zimanê Kurdî kampîna tomarkirina navên xwendekaran dest pê kiriye.
Li Li Navenda Perwerdehiya Giştî ya Mehmûdiyeyê ya bajarê Efrînê kampaniya tomarkirina navên xwendekaran ji bo fêrbûna bi zimanê Kurdî îro dest pê kir.
Ehmed Hesen, serpreştiyarê tomarkirina navan, ji bajarê Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re derbarê van xolên fêrkirina zimanê Kurdî de ragihand ku niha wan dest bi tomarkirina navana kiriye û wê piştî çend rojan qonaxa yekem dest pê bike.
Serpereştiyarê xolên Zimanê Kurdî Ehmed Hesen"Îro roja Çarşemê 10.05.2023an e. Qursên zimanê Kurdî asta yekemîn di nêzik de wê dest pê bike. Aniha li Navenda Perwerdehiya Giştî ya Mehmûdiyeyê ya bajarê Efrînê nivîsandina navên xwendekaran ji bo qursên zimanê Kurdî dest pê kiriye."
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin