Li Efrînê ji despêka sala 2022yan ve heta niha 332 kes hatine girtin

Li Efrînê ji despêka sala 2022yan ve heta niha 332 kes hatine girtin

.

A+A-

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandin ku ji destpêka meha Hezîranê ve, 47 welatiyên sivîl ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, hatine girtin.

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê li destpêka sala 2022yan ve, ango di 6 mehên borî de, heta 24ê Hezîrana 2022an, herî kêm 332 kes li  li Efrînê hatine girtin.

Her li gorî amarên wê navendê, ji 20ê Çileya 2018yan ve, heta niha, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wan, li Herêma Efrînê, 8 hezar û 441 kes girtine. Ji wan 6 hezar û 240 kes hatine berdan, lê çarenivîsa girtiyên mayî ne diyar e.

Hejmara kesên ku di bin îşkenceyê jî, li zindanên gûpên çekdar, canên xwe jidest dane, gihiştiye 177 kesan.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin