Li Efrînê komelgeheke din bo Erebên hawirde hat vekirin
.
Li nêzikî bajarokê Cindirêsê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê komelgehe din ji bo niştecîkirina Erebên hawirde hatiye çêkirin hat vekirin.
Komelgeh bi navê Ejnadîn Filistîn û bi pereyên kesayetî û rêxistinên Filistînî hatiye avakirin. Komelgeh îro Çarşemê hat vekirin û Ertebên hawirde tê de têne niştecîkirin.
Ednan Mûrad Mistefa, yasanas û Endamê Desteya Şêwrê ya PDK-Sê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hûrgiliyên vê komelgehê diyar kirin.
Endamê Desteya Şêwrê ya PDK-Sê Ednan Mûrad Mistefa got "Bi rêya rêxistinên Kuweytî û Qeterî li Efrînê dest pê kirin, zêdeyî 20 kampan çêkirine, dibêjin gundên mînak in çi ye. Aniha eva Ejnadîn Filistîn eva li nêvberê gundê Dêwa û Mihemediyê ye li Rojavayê Cindirêsê. Nêzî 600-700 mal e. Yê tê de radibin, rûdinin, kesê têkevin wê kampê, xelkê Şamê ye, xelkê Filistînî ye ji Kampa Yermûkê û ji Kampa Filistînê ya Helebê hatine li wê derê. Eva berî bi 4 salan dan destpêkirin bi rêkê cemiyatên Kuweytî, Qeterî. Li vê dawiyê, erê Kuweyt û Qeter gotin em êdî van projeyan fînanse nakin lê eva ji zû de dest pê kirine, berî 4 salan dest pê kirin û îro vekirina wê ye. Yanî xelas kirine, temam kirine."
Yasanasê Efrînî ji Rûdawê re got jî, ev proje bi merem li ser xaka Efrînê tên dirustkirin.
Ednan Mûrad Mistefa dibêje "Ji ber çi ra van kampan li nav erdê Idlibê çênakin? Te dî her tiştik li serê Efrînê tê kirin. Yanî li Idlibê wek mînak darbirrîn tune ye. Ji Efrînê dara dibirrin, li Idlibê tê firotan bi 200 dolar. Yanî her tiştik li serê me Kurdan tê bicîkirin. Çi projeyên neteweyî hene çi projeyên mezhebî hene li serên Kurdan tê bicîkirin lê mixabin em Kurd jî hîn ne li ser hev in, hîn em nizanin berê li kû ye û em çi karî bikin."
Komelgehên niştecîkirina Ereb û Tirkmenên hawirde li tevahiya navçeyên herêma Efrînê ya dagîrkirê tên avakirin.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji herêmê bidest xistine, tenê li nahiyeya Mabatayê 11 komelgehên niştecîkirin hatine avakirin, 1029 malbatên hawirde di wan de hatine niştecîkirin. Herwiha 348 malbat li komelgeha gundê Avrazê hatine niştecîkirin.
Li gorî çavkaniyên agahdar ku ji herêmê ji Rûdawê re axivîne, komelgeh bi biryara Tirkiyê û pereyên Qeterê tên dirûstkirin. Lê hijmareke sazî û rêxistinên Sûrî, Kuweytî û Filistînî ji bo cîbicîkirina van projeyên guhertina demografîk li Efrînê tên bikaranîn.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin