Li Efrînê pîrejineke Kurd bi guleya çekdaran hat kuştin
Pîrejineke Kurd di encama şerê di navbera grûpên çekdar ên Efrînê dagîr kirine de şehîd bû.
A+A-
Li gorî nûçeya K24ê, grûpên ser bi artêşa Tirkîyê ve duhî li nava Efrînê li ser destdanîna ser mal û dukanên Kurdên Efrînê şer kirin û çekên sivik û mamnavend jî bikar anîn.
Wî jêderî da zanîn, di encama teqekirin û guleberdana di nava taxên sivîlan de, pîrejina binavê Sebîhe Sîdo Sadiq ya 60 salî hate kuştin û nevîyê wê Ciwan Omer jî birîndar bû.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de, grûpên çekdaran destê xwe danîne ser gelek mal û milkên Kurdan û gelek caran jî li ser dizî, talan û destdanîn ser malan, şer di navbera wan bixwe de derdikeve û Kurdên Efrînê yên sivîl dibin qurbanî.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin