Li Efrînê şer..Komên çekdar bi hev ketin
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera du grûpên çekdar ên opozisyonê de şer û pevçûnên navxweyî derket.
A+A-
Hate ragihandin ku li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê, doh di navbera 2 hêzên çekdar ên opozisyonê de şer derket.
Bi gotina welatiyê ji Efrînê, sedema sereke ya van şer û pevçûnana ew bû, ku agahdarî ji grûpekê ji wan re hatibû ku ji taxa Mehmûdiyê derkeve û here nahiyeya Şêrawa.
Piştî ku vê grûpê derketina xwe ji Mehmûdiyê red kir, şer û pevçûn di navbera wê û grûpeke din de derketin.
Şer û pevçûna wan herdu grûpan, heta berê sibeha îro yekşemê (01.07.2018), berdewam bû, lê ti zanyarî derbarê navên wan grûpan, yan jî ziyanên madî û canî de nehatine bidestxistin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin