Li Efrînê şer û pevçûn didomin: Nexşeya deverên kontrola çekdaran guherî
.
Li gorî zanyariyan li ser daxwaza Tirkiyeyê cihên ku komên çekdarên opozîsyona Sûriyê li herêma Efrînê kontrol dikin hatine guhertin û li ser vê jî komên çekdar bi hev ketine.
Li gelek bajarokên Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, komên çekdar şerê hev kirine û di encamê de tê gotin ku nexşeya deverên kontrola wan guhertiye.
Çavkaniyên ji Efrînê ragihandine ku herî dawî doh du komên bi navê Quwe Muşterekê û Siqûr El Şemal li Bilbilê, Şera û gundên gundewarê Ezazê pev çûne û di encamê de ji herdu aliyan kuştî û birîndar çêbûne.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, di encama pevçûna navbera çekdarên Quwe Muşterekê û Siqûr El Şemal de, li bajarokên Bilbilê û Şera yên Efrînê nexşeya cihên kontrola çekdaran hat guhartin.
Hate diyarkirin ku Quwe Muşterekê êrîşî xalên Siqûr El Şemal ên li gundê Elîcaro yê bajarokê Bilbilê û gundên Qitmê, Kefercenê û Qestel Cindo yên bajarokê Şera kir û ew kontrol kirin.
Herwiha pevçûn gihîştine bajarokê Meryemînê û çekdarên Cebhe Şamiyê jî ji bo piştgiriya Siqûr El Şemal beşdarî pevçûnan bûne û xalên bajarokê Meryemînê kontrol kirin.
Li gorî çavkaniyan di pevçûnan de tank û wesayîtên leşkerî yên hatin rûxandin û xelkê herêmê yê resen û yên ku li wir hatine bicihkirin koçber bûn.
Herwiha hatiye ragihandin ku kesek hatiye kuştin û 26 jî birîndar bûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin