Li Efrînê teqîn!
Li Efrînê otombîlek hat teqandin û li gor zanyariyên destpêkê, birîndar hene.
A+A-
Li Efrînê otombîlek hat teqandin û li gor zanyariyên destpêkê, birîndar hene.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê otomobîlek li nava Efrînê li nêzîkî folka Maratê teqiya û çekdarek bi giranî birîndar bûye û xaniyên derdora cihê teqînê zirar dîtine.
Hat hînkirin ku xwediyê otombîlê çekdarekî grûpa Ehrar El Şerqiyê ye û li heman taxê rûniştiye û ew jî bi giranî birîndar bûye.
Çend teqînên din ên bi vî rengî jî berê li Efrînê rû dabûn û otombîl hatibûn teqandin, vê yekê nîşanîya nakokiyên di navbera grûpên çekdar an e ku her grûpek otombîlên grûpa din diteqîne û gelek caran xelkê sivîl dibin qurbaniyên van teqînan.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin