Li Efrînê teqînek çêbû: 2 çekdar û zarokekî 9 salî birîndar bûn
Li Efrînê teqînek çêbû: 2 çekdar û zarokekî 9 salî birîndar bûn
A+A-
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, teqînek çêbû, piştre li taxa Eşrefiyê li nêzîkî koma bi navê “Oso” yên girêdayî milîsên “Cebha El-Şamiyê” lîstokên agirî hatin avêtin.
Li gor zanyariyên ji Afrînpostê, di 24ê mehê de li Efrînê teqînek çêbû û di encama teqînê de 2 çekdar û zarokekî 9 salî birîndar bûn.
Hat diyarkirin, teqîn bi armanca tolhildanê pêk hat.
Herwiha hat eşkerekirin, kesê ku bombe avêt navenda milîsan, birayê kesê ku sala borî ji aliyê çekdarên navenda teqiyayî ve li sûka Hal hat kuştin û kesê armancgirtî jî ji malbata kujerê birayê wî bû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin