Li Êlihê gundên Kurdên Êzidî hatine dagirkirin
Kurdên Êzidî yên Êliha Bakurê Kurdistanê piştî 27 salan hewl didin ku ji dewletên Ewropayê vegerin 13 gundê xwe yên ku wan bi emanetî radestê eşîrên cîranên xwe kiribûn; lê ew niha rastî êrîşên wan kesan tên ku ji sala 1992an gundên Êzidîyan di destê wan
Kurdên Êzidî yên Êliha Bakurê Kurdistanê piştî 27 salan hewl didin ku ji dewletên Ewropayê vegerin 13 gundê xwe yên ku wan bi emanetî radestê eşîrên cîranên xwe kiribûn; lê ew niha rastî êrîşên wan kesan tên ku ji sala 1992an gundên Êzidîyan di destê wan de ne. Pîrekî Kurd ê Êzidî dibêje gef li ser wan her zêdetir dibe û ew ditirsin vegerin û ew li welatê xwe penaber dibin.
Di sala 1992an de Kurdên Êzidî yên Êlihê, berî koç bikin û herin Almanya, gundê xwe radestî eşîrên cîranên xwe kiribûn.
Nedîm Erkîş ji yek wan kesan e ku berî here Almanyayê zevîyên xwe yên li gundê Kelhok a Qubînê bi emanetî radestê axayên Reşkotan kiribûn, ew kirîvê hevbûn bi hev bawer bûn, girêbesta xwe jî kiribûn û weke dîmen jî tomar kiribûn. Axayê eşîra Reşkotan nevîyê Filîtê Quto Hecî Ehmed Karabulut ji wan re soz dabû ku ew kengê ji Ewropa vegerin ew dê milkên wan li wan vegerînin.
Nedîm Erkîş ew niha birîndar e; rastî êrîşa dost û cîranên xwe yên salan hat. Ev ne cara yekem û duyem e, Kurdên Êzidî yên Êlihê doza gundê xwe û zevîyên xwe dikin; tapoyên Nedîm Erkîş di destê wî de ne; lê ev 27 sal in gundê wî û zevîyên wî û malbata wî di destê eşîrên cîranên wî de ne û ew nikare here gundê xwe û zevîyên xwe bikêle û cot bike, dema hewl dide jî rastî êrîşan tê û ji her carî ji mirinê rizgar dibe.
Nedîm Erkîş ji Rûdawê re got: “Ev neheqî ye li me tê kirin, me ev erd û xanîyên xwe yên gund bêberdîl dane wan û em çûn. Me got ji me re xweyîtî li warê me bikin heta em vegerin. Di vê navberê de em dihatin diçûn ew dihatin Almanya ji me re dibûn mêvan û me gelek alikarîya wan jî dikir. Niha dest danîne ser gundê me û erdê me, ev yek nayê qebûlkirin, hinek ji me re dibêjin hun çima erdên xwe nafiroşin xelkên din tapoya we heye, ma ka bav û kalên me li wê derê di bin ax de veşartîne, em gora bav û kalên xwe bifroşin."
Heta salên 90an jî li Êlihê 10 hezar Êzidî li 13 gundên nav Eşîretên Reşkotan, Pencînaran, Reman û Elîkan hebûn, çi Kurdên Êzidî çi jî yên misilman bi biratî jîyanê derbas dikirin; lê piştî salên 90an pêl bi pêl koça Ewropayê dest pê kir û niha tenê 150 kes mane. Di proseya aştîyê de Êzidîyên Êlihê hêdî hêdî vegerîyan; lê niha ew hewl didin ku gund û zevîyên xwe ji nû ve bidest bixin.
Derbarê mijarê de Pîrê Êzdîyan Pîr Cengîz jî dibêje: “Êzidî mazlûm in, heqaret li wan tê kirin, em dixwazin werin ser axa xwe; lê axa me hatîye dagrkirin, gundê me li nav eşîra Reman e, mala axayên wan hezar ava ewan gundê me jî erdê me jî radestê me kirin; lê yê herêma Reşkotan dest danîne ser milkên miletê me, Êzidî ditirsin werin welatê xwe, ew li welatê xwe penaber bûne."
Mafnas dibêjin ew kesên ku dest danîne ser milkên Êzidîyan û rê nadin ku ew herin ser milkên xwe tu alîyeke wan yasayî nîne.
Parêzerê Kurdên Êzdî Abdullah Akin da zanîn ku li gor biryarên dadgehê Kurdên Êzidî ji serî heta binî mafdar in û got: “Jixwe ew kesên ku dest danîne ser erdê wan jî li hember dadwer nekarîn bêjin ev erd erdê me ye û em dajon, dibêjin me bi xeletî zevîyê wan ajotîye."
Dadgeha Êlihê, Kurdên Êzidî mafdar dît û biryar da ku gundên Texerîyê, Hecirê, Kelhok, Enab û Qorixê bi zevîyên wan ve yê Kurdên Êzidî ne; lê ji ber egera êrîşan gundîyên Kelhokê di bin parastina 300 leşkeran de karîn traktorên xwe bibin ser zevîyên xwe tevî ku metirsî hîn jî li ser jîyana wan heye.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin