Li Enqereyê 4 xwendekar hatin binçav kirin

Li Enqereyê 4 xwendekar hatin binçav kirin

Polisan beriya merasîma mezûniyetê bi ser malên xwendekarên ODTU'yê de girt û 4 xwendekaran binçav kir.

A+A-


Polisan beriya merasîma mezûniyetê bi ser malên xwendekarên ODTU'yê de girt û 4 xwendekaran binçav kir. 
 
Li Enqereyê polisan beriya merasîma mezûniyetê, duh  serê sibehê bi ser malên xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) de girt.
 Polisan di serdegirtinê de xwendekarên zanîngehê yên bi navê Meziyet Yildiz, Firat Çaglar, Melîke Balkan û Emrecan Konyali binçav kir. Her wiha hat hînbûn ku polisan deriyê mala xwendekarê bi navê Ozgur Gur ku ne li mala xwe bûye jî şikandine û ketine hundir lêgerînê kirine. 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin