Li Eskîfê gora Silêman Xanê Siltanê Eyyubiyan hat dîtin
Di dema kolandina berhemên dîrokî ya ku bi çerçoveya avakirina bendava Ilısuyê û projeya HESê tê kirin de li Eskîfa navçeya Batmanê, gora Silêman Xanê Siltanê Eyyûbiyan hate dîtin.
A+A-
Serokê Muzeya Batmanê Şêxmûs Genç da zanîn mînareya Mizgefta Silêman Xan a ku di sala 1407an de hatiye avakirin, ht veguhastin û di dema kolandinan de rastî gora Silêman Xanî hatine ku bi belgeyan hatine tekezkirin ku ya Silêman Xanê Siltanê Eyyûbiyan e. Genç herwiha da zanîn li heman cihî 6 gorên din jî hatine dîtin ku tê texmînkirin gorên endamên rêvebir ên Xanedana Eyyûbiyan in.
Hat gotin, gora Silêman Xanî, kêlikên gora wî, sendoqa wî û hestiyên wî, bi awayekî parastî bo Zanîngeha Artukluya Mêrdînê hatine veguhastin ku piştî vêkolînên li serê, wê cardin veguhezînin Batmanê û li Mûzeya Hezkîfê wê bêne parastin û nîşandan.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin