
Li Farqînê 416 polikên zîv hatin girtin
.
A+A-
Li navçeya Farqînê 416 polikên zîv ên dema Roma û Osmaniyan hatin girtin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê, 416 polikên zîv ên dema Roma û Osmaniyan ku dihat xwestin bi 400 hezar TL’yî bê firotin, hatin girtin. 4 kesên ku dixwestin polikan bifiroşin hatin binçavkirin. Polikên ku hatine desteserkirin radestî Miduriyeta Muzeya Amedê hatin kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin