Li Fasê hejmara miriyan gihîşt 2 hezar û 500î

Li Fasê hejmara miriyan gihîşt 2 hezar û 500î

.

A+A-

Li Fasê hejmara kesên di erdhejê de mirin, gihîşt 2 hezar û 497 kesî. Heta niha 2 hezar û 476 kes jî birîndar bûn.

Li Fasê, welatê Afrîkaya Bakur, piştî erdheja di 8ê Îlonê de pêk hat, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Di 8ê Îlonê de erdhejek li Fasê pêk hat ku navenda wê Marakeş bû.

Artêş ji bo vî karî hate erkdarkirin. Ji bilî artêşê, tîmên ji Ingilistan, Spanya û Qeterê, alîkariyê didin.

Li bajarên ku erdhej li wan çêbûye, welatî bi şev li derve man.

Mexdûrên erdhejê bi zehmetî cihên starê û erzakan peyda dikin û diyar dikin ku alîkariya hikûmetê ya destpêkê hêdî ye û ji ber wê hikûmetê rexne dikin.

2 hezar û 497 kes mirin

Encamên erdhejê her roj diçe girantir dibe ku bi pileya 7an pêk hatibû.

Li gorî daneyên herî dawî, 2 hezar û 497 kes mirine û 2 hezar û 476 kes jî birîndar bûne.

Gelek deverên erdhej lê çêbûye, çûn û hatina wan zehmet e. Ji ber wê jî encamên erdhejê bi temamî nayên zanîn. Rayedar ji ber vê rewşê, dibe ku hejmara miriyan û birîndaran zêdetir be.

Li Marakeşê, avahiyên kevnar ên di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ziyan dîtin. Her weha ziyaneke mezin li Mizgefta Tinmelê bûye ku ji sedsala 12an maye.

Li bajarê El-Hûz, Şîşava û Tarûdantê dibistan nehatin vekirin.

Di vê navberê de, bi fermana Qralê 6an Mûhammedî, rayedaran ji bo alîkarî bên berhevkirin hejmara hesabî ya bankeyan ji welatiyan re eşkere kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin