Li Festîvala Fîlman a Silêmaniyê merasîmek ji bo qurbaniyên lehiya li Hewlêrê
.
Li 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo rêzgirtina li qurbaniyên lehiya li Hewlêrê find hatin vêxistin û di merasîmê de hunermend û sînemagerên navxwe û biyanî tê de amade bûn, hevxemiya li gel kesûkarên qurbaniyan hat nîşandan.
Ji ber lehiya roja Îna borî ya li çend taxên Hewlêrê, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û heta niha jî termên du kes ji wan nehatine dîtin ku yek ji wan zarokekî 10 mehî ye. Jibilî ziyanên canî, ziyaneke mezin a madî jî çêbû.
Li 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê ku di roja duyem de berdewam e, qurbaniyên lehiya Hewlêrê nehatin jibîrkirin û merasîmeke taybet ji bo bibîranîna qurbaniyan hat sazkirin.
Di wê merasîmê de hunermend û sînemagerên navxwe û biyanî amade bûn û ji bo rêzgirtin û bibîranîna qurbaniyan, find hatin vêxistin.
Tora Medyayî ya Rûdawê, sponsora medyayê ya 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê ye ku di roja duyem de jî festîval rastî eleqeyeke mezin hat û holên sînemayê tijî bûn.
Roja demjimêr 15.00 dest bi nimayîşkirina fîlman tê kirin û heta 18.30 berdewam dibe û paşê demjimêr 20.00 nimayîşkirina fîlman dest pê dike û heta 01.00ê şev berdewam dike.
Rojane di çarçova festîvalê de panel birêve diçin û îro bi navê ‘Penceşêra Cîhanî’ birêve çû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin