
Li Fîlîpînê bager rabû 16 kes mirin
Li Fîlîpînê ji ber bagera Fanfonê herî kêm 16 kes mirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Ev çend roj in li eyaleta Panay ya Fîlîpînê, ku dikeve navenda wî welatî, baran dibare û ba û bagerek tund rabûye.
Li gorî agahîyan, ji ber wê bagerê, ku lezatîya wê digihê 195 km di saetekê de, herî kêm 16 kes mirine û zîyanek mezin jî gihîştîye wan deran.
Tê gotin ku bi dehan hezar kes ji ber bagerê ji malên xwe derketine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin