
Li Genevê pêşeroja Sûriye û Kurdistana Rojava tê gengeşe kirin
Li Genevê pêşeroja Sûriye û Kurdistana Rojava tê gengeşe kirin
A+A-
Şandeyeka Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Îbrahîm Biro li gel çend şerazayên yasaya navneteweyî yên kurd û biyanî li Genevê, di panêleka durojî de, dê li ser pêşeroja Sûryê û Kurdistan Rojava rawestin.
ENKS destûreka bigehîn jibo Kurdistana Rojava weke herêmeka federal di çarçeva Sûriyê de amade kirye ku di 5-6/7/2016-an de, dê di vê "workshop"ê de bête gengeşe kirin.
Ev destûra bigehîn niha tenê reşnivîse, lê tê çaverêkirin ku di kongreya çaremîn ya ENKS de bê pejirandin û bibe belgeyeka fermî.
Panêla navbûrî ji aliyê ofîsa ENKS li Genevê hatiye birêxistin û ji bal wezareta derve ya Almanyayê ve tê finanse kirin.
(E.B)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin