Li Geverê bi hêza 4,3 pileyan erd hejiya

Li Geverê bi hêza 4,3 pileyan erd hejiya

.

A+A-

Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê  Kurdistanê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê demjimêr 06:09ê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbûye.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometreyan di binê erdê de bûye. 

Pisporan hişyarî dabû ku ew çaverê dikin erdhejên mezintir çêbibin.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin