Li Girê Spî teqîn: 6 kes hatin kuştin
Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê di teqînekê de herî kêm 6 kes hatin kuştin.
A+A-
Ajansa Anadolu ya Tirkîyê ragihandîye, îro danê êvarê li nav bajarê Girê Spî, ku destê hêzên Tirkîyê de ye, otomobîleka bombekirî teqîya.
Li gorî agahîyan, di wê teqînê de herî kêm 6 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.
Tê gotin ku di nav kuştîyan de 3 zarok jî hene.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin