Li gor encamên nefermî PDK bi rêjeya %43 bû partiya yekem

Li gor encamên nefermî PDK bi rêjeya %43 bû partiya yekem

Li gor encamên ne fermî yên Hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê û piştî hejmartina ji sedî 75 a dengan li tevahiya binkeyan. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi rêjeyeke mezin li pêşiya aliyên din yên Kurdistanê ye.

A+A-

Li gor encamên ne fermî ta niha karîne vê rêjeyê bidest bixin:

PDK:  % 43

YNK: % 20.1

Tevgera Goranê: % 12.8

Neviyên Nû: % 8.5

Komela Îslamî: % 7.2

Bereya Îslah: % 5.8

Lîsta Serdem: % 1.08

Ev encam nefermî ne û biryar e piştî hejmartina tevahiya dengan û pêdaçûna bi gilî û binpêkirinan, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê di heyama 72 demjimêran encamên dawiyê belav bike.

 

Her wiha Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê rêjeya beşdariyê di hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê ragihand.

Ev rêjeya ku komîsyonê ragihand bi vê şêweyê ye:

Parêzgeha Hewlêrê: %58.58
Parêzgeha Silêmaniyê: %54.90
Parêzgeha Duhokê: %61.87
Parêzgeha Helebce: %60.90
Rêjeya beşdariyê ya giştî: %57.96

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin