Li gorî TUIKê rêjeya bêkariyê di asta herî nizm ya 8 mehên dawî de ye
.
Saziya Istatîstîkan a Tirkiyeyê(TUIK) daneyên bêkariyê yên meha Sibatê weşandiye.
Hejmara kesên bêkar li gorî meha berê 178 hezar kêm bûye û bûye 3 mîlyon û 579 hezarî.
Di vê mehê de rêjeya bêkariya mêran bûye ji sedî 9,3 û ya jinan jî ji sedî 13,4 e.
Li gorî daneyên vê mehê rêjeya bêkariyê di asta herî nizm ya 8 mehên dawî de ye. Lêbelê rêjeya bêkariya berfireh hê jî li ser ji sedî 20î ye.
Rêjeya îstîhdamê ji sedî 46,6 e
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin li gorî meha berê di Sibatê de 90 hezar kes zêde bûye û gîhaştiye 30 mîlyon û 6 hezar kesî. Rêjeya îstîhdamê neguheriye û ji sedî 46,6 e.
Ev rêje ji bo mêran ji sedî 64 e û ji bo jinan jî ji sedî 29,6 e.
Rêjeya tevlîbûyîna kar ji sedî 52 e
Hejmara tevlîbûyîna karî jî li gorî meha berê di Sibatê de bi kêmbûna 87 hezar kesî hejmara tevlîbûyina karî daketiye 33 mîlyon û 585 hezaran.
Rêjeya tevlîbûyîna kar 0,2 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 52,2.
Rêjeya tevlîbûyîna karî di mêran de ji sedî 70,6 e û di jinan de ji sedî 34,2 e.
Rêjeya bêkariyê ya ciwanan ji sedî 20,7 e
Rêjeya bêkariyê ya ciwanên ku temenê wan di navbera 15-24an de ne li gorî meha berê 0,6 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 20,7.
Rêjeya bêkariya vê komê di mêran de ji sedî 17,7 e di jinan de ji sedî 26,5 e.
Li gorî daneyên ku TUIKê aşkere kiriye hejmara bêkaran li gorî Sibata sala par 178 hezar kes kêm bûye. Lêbelê rêjeya bêkariya berfireh hê jî li ser ji sedî 20î ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin