Li hember Dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e
.
A+A-
Li Tirkiyê daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gehişte 10.42 lîreyan.
Li Tirkiyê kêlî bi kêlî li hember dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e û 17ê Mijdara 2021ê dolarek gehişte 10.42 lîreyan.
Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meheke dawî de li hember dolar %10 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî û têkçûna aborî ye.
Banka Navendî ya Tirkiyê dê roja Pêncşemê18ê Mijdara 2021ê jî bicive û derbarê faîzê de biryareke nû bide. Tê çaverekirin rêjeya faîzê bê daxistin. Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest bide.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin