Li Herêma Kurdistanê deverên mînkirî metirsiyeke mezin çê dikin
.
Xelkê Navçeyên sinorî yê Herêma Kurdistanê dibêjin, hebûna mayinan, metirsiyê li ser jiyana wan çêdike. Li seranserî sinorê parêzgeha Duhokê zêdeyî 400 zeviyên mayinkirî hene, rûberê wan 19 milyon û 515 hezar û 497 metrên du car e.
Li sînorê parêzgeha Duhok 405 zeviyên mînrêjkirî hene ku piraniya wan li sînorê qeza Amêdiyê ne. Ev yek jî metirsiyeke zêde li ser xelkê xerêmê çêdike û her sal hejmareke xelkê sivîl dibe qurbanî.
Xelkê deverên sînorî dibêjin, hinek caran ew li malên xwe ne, lê dengê teqînan dibihîsin. TNT û mayinên hatine vedan, ji ber brûskê yan bûyereke din a xwezayî diteqin.
Hecî Îbrahîm Mihemed yek ji qurbanyên mînan li devera Berwariya Bala ye. Sala borî demê sexbêrkirina xeta elektirîkê li Kanî Masê mînek pê ve teqiya û birîndar bû. Hecî Îbrahîm Mihemed di encama wê teqînê de çavên xwe ji dest dan. Piştî car neştergeriyan Hecî Îbrahîm Mihemed heta dûriya 20 metreyan dikare bi çavê xwe yê çepê bibîn û çavê wî yê rastê jî yekser çûye û nabîne. Ew karê beriya niha wî bixwe dikir niha neviyê wî dike.
Qurbanî Hecî Îbrahîm Mihemed dibêje: “Em çûn bin birc, me dest avêt kabloyan, wê demê TNT bi me ve teqiya û em sê kes birîndar bûn.”
Şeş gund dikevin binyata Çiyayê Gamnêrkê li sînorê Nahiya Kanî Masê. Li wê deverê di sê salên derbasbûyî de bi sedema teqîna mînan çar kes birîndar bûne û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane. Şehîdek û du birîndar xelkê Gundê Ravîna bûn. Dûriya cihên min rêjkirî ji kilometreyekê kêmtir e.
Muxtarê Gundê Ravîna Refet Ravînî got: “Me gelek caran dîtiye ku ji ber birûsk an jî ajelekî yan jî ber rûtubetî mîn diteqin. Em nikarin yek kîlometreyê ji gundê xwe dûr bikevin.”
Li Duhokê ji bilî Rêveberatiya Giştî ya Karûbarê Mayinan 2 rêkxistinên din di warê hişyarkirinê û yek jî di warê rakirina mayinan de kar dikin, lê ji ber berdewamiya şer, neçar mane ku karên xwe rawestînin. Lê ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de nikarin li deverên sînorî kar bikin.
Rêvebira Giştî yê Karûbarên Mînan li Duhokê Şîlan Samîr got: “Heta sala 2019ê jî kar li devera Kanî Masê hatiyekirin û zeviya Girê Sor a li Kanî Masê hatiye paqijkirin. Herwiha zeviya Meydanokê li Ser Zêrê hate paqijkirin. Zeviya Reza jî nivçe maye û sedema wê jî ji ber têkçûna rewşa emnî ye.”
Li sînorê parêzgeha Duhokê 405 zeviyên mînrêjkirî hene.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin