Li Hesekê alîgirên Şamê xwepêşandan kirin
.
Partiya Komunîst a Sûriyê çalakiyeke protestokirinê derbarê rewşa zanîngeha Ferat li parêzgeha Hesekê pêk anî.
Endam û alîgirên Partiya Komunîst a Sûriyê, roja çarşemê, li pêş seraya fermî ya hikûmeta Sûriyê li navenda bajarê Hesekê kom bûn û slogan li dijî Amerîka avêtin.
Endamê Komîteya Herêmê û endamê komîteya çavdêriya hizbî ya partiya Komunîst, Cîhad Osman, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa armancên girevê kir.
Endamê Partiya Komunîst Cîhad Osman got: “Çalakiya me ji bo protestokirin û şermezarkirina tişta ku emperyalîzma Amerîkî kirî bi wêrankirina jêrxaneya zanîngeha Feratê li Hesekê. Wekî kolêja aborînasiyê, û endezyariya şarevanî, û peymangeha teknîkî ya endezyarî, û peymangeha çavdêrên hunerî, bi hêceta dijîtiya DAIŞê. DAIŞa ku wê ew dirust kiriye û xwedî lê derketiye. Ew bi destê emperyalîzma Amerîkî hatiye çêkirin.Cihê mixabiniyê ku hêzên HSD rola ku pê hatî helpesartin pêk tînin, bi destdanîna ser kolêja endezyariya çandiniyê û rêgirtin li xwendekaran ku ezmûnên xwe encam bidin.”
Osman bi tundî êrîşî siyaseta Amerîka û Tirkiyê derbarê Sûriyê de kir û got: “Em ji wan re dibêjin destê xwe ji ser kolêj, peymangeh û dibistanên me rakirin, ew çirayên zaniztiyê ne, gelî nezanan. Em tekez dikin û bi tundî ku tarîperest û terorîst û nokerên Impeyalîzma Amerîkî û NATO û Tirkiyeya Ixwanî, ya Erdoganî dê nikaribin ronahiyê di welatê me de vemirînin, Em biser bikevin û Sûriye çokan danayne.”
Bi sedama êrîşa DAIŞê bo ser zindana Sînaa li Hesekê û şerê ku heftiyekê berdewam kiribû, zere û ziyanên mezin gihiştibûn çend kolêj û peymangehên zanîngeha Ferat.
Di encamê de, proseya ezmûnan li kolêj û peymangehên ser bi Zanîngeha Ferat li Hesekê hatiye ragirtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin