Li Hesekê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li navenda bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de li gor agahiyên destpêkê kesek hatiye kuştin û çend welatiyên sivîl jî birîndar bûne.
A+A-
Hate ragihand, ku teqîn li nêzîkî navendeke hêzên Sotoro li bajarê Hesekê çê bûye.
Li gor agahiyên destpêkê, ew teqîn bi rêya motorsêkileke bombekirî hatiye encamdan û di encamê de kesek hatiye kuştin, ku heya niha nasnameya wî nayê zanîn û çend welatiyên sivîl jî, birîndar bûne.
Otomobîlên hawarçûnê jî, birîndar bo çend nexweşxaneyên bajarê Hesekê veguhastin û bi tenê li nexweşxaneya Hikmê 3 birîndar hene ku rewşa wan metirsîdar e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin