Li Hesekê xwepêşandana ji bo zanîngeha Feratê
.
Alîgirên hikûmeta Sûriyê li navenda bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanekê li dar xistin. Beesiyên ku xwepêşandan li darxistine dibêjin Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dest danîne ser çend kolej û avahiyên Zanîngeha Feratê.
Piştî êrîşa dawî ya çekdarên DAIŞê li ser zindana Sînaa li taxa Xiwêran a Hesekê, çend avahiyên zanîngehê zirar dîtibûn û ezmûnên xwendekarên zanîngehê hatibûn rawestandin.
Xwendekarê Zanîngeha Feratê Ebdellah Hesen dibêje “Ez dijî wêrankirina kolîjên Hesekê me, ev navendên xwendinê ne û ne navendên leşkerî ne, duyem jî ev kolîj cihên akincîbûna me ne, qet em qebûl nakin bibin navendên leşkerî.”
Ji ber êrîşa dawî ya çekdarên DAIŞê bo ser girtîgeha Sînaa li taxa Xiwêranê li tenişt Zanîngeha Feratê û jinavçûna çend avahiyên vê zanîngehê, ezmûnên demsalî rawestiyan û tê gotin xwendekarên Hesekê biçin kolejên Dêre Zorê yên heman zanîngehê, û li wir xwendina xwe berdewam bikin.
Xwendekarê Zanîngeha Feratê Welîd Ehmed got “Ez nerazî me, ez dijî veguhestina kolîjanim bo Dêre Zorê, ez bi dengekî bilind dibêjim: Em 10 salan li beramberî şer xweragir bûn, û niha jî xweragirin û her xweragir dimînin.”
Wezareta Xwendina Bilind li Sûriyê dibêje wê xwendin li kolejên Zanîngeha Feratê ya Hesekê rawestindiye, ji ber hejmareke avahiyên kolîjan rûbirûyî têkdan û talankirinê bûne û dê berê xwendekaran bide Dêre Zorê, lê xwendekar vê yekê red dikin.
Xwendekarê Zanîngeha Feratê Hemîd Mihemed diyar kir “Ez bi hêvî me şaxê zanîngehê veneguhêzin Dêre Zorê, wek hûn dizanin rê zehmet e, û pirisgirêk hene, xwendekarên Dêre Zorê bi xwe li Heseke dixwînin, êdî çima emê biçin Dêre Zorê, divê ji biryaraê vegerin û çareseriyeke din bibînin.”
Kolejên Zanîngeha Feratê li hersê parêzgehên Dêre Zor, Heseke û Reqayê hene. Li bajarê Heseke heşt kolîjên Zanîngeha Feratê hene,
Endezyariya Çandiniyê, Endezyariya Sivîl, Mafnasî, Zanist, Wêje û Zanistên Mirovî, Perwerde, Abûrî, Pijîşkiya Diranan, herwiha 4 peymangeh jî ser bi şaxê vê zanîngehê ne li Hesekê. Zanîngeha Feratê li Heseke di sala 2006an de hatiye vekirin, niha 30 hezar xwendekar lê dixwînin.
Di daxuyaniyeke fermî de, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyê ragihandiye ku xwedinê li kolêj û peymangehên parêzgeha Hesekê yên ser bi Zanîngeha Ferat, radigire.
Li gorî ragihandina Wezareta Xwendina Bilind, sedema wê ragirtinê ew e ku hejmarek ji avahiyên kolêjan li Hesekê rastî têkdan û talankirinê hatine, ew jî piştî rewşa dawî ku bi sedema bûyera Zindana Sînaa dirust bû, bi taybetî Kolêja Endezyariya Çandiniyê.
Rudaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin