Li Hewlêrê konferansa Rojavayê Kurdistanê tê sazkirin

Li Hewlêrê konferansa Rojavayê Kurdistanê tê sazkirin

Bi hevkarîya Weqfa Îsmîl Beşîkçî û Zanîngeha Kurdistanê li Hewlêrê derbarê Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhateyan de konferansek tê sazkirin.

A+A-

Navenda NûçeyanBîyar e îro Çarşemê (04.12.19) li Zanîngeha Kurdistanê saet 10.00 derbarê Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhateyan de konferansek jêr navê “Di Rewşa Niha ya Rojavayê Kurdistanê de Derfet û Metirsî” tê lidarxistin.

Konferans bi hevkarîya Weqfa Îsmîl Beşîkçî û Zanîngeha Kurdistanê tê sazkirin û civaknas û nivîskarê dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî behsa rewşa Rojavayê Kurdistan û derfet û metirsîyên li pêş Kurdan bike.

Herwiha ji bilî Bşîkçî hejmarek nivîskar, akademisyên û sîyasetmedar jî beşdarî konferansa navborî dibin.

Îsmaîl Beşîkçî bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser Kurdan tê nasîn. Bi van nivîs û lekolînên xwe wî bandorek mezin li ser tevgera Kurdî jî kir. Ji ber van xebatên xwe bi giştî 16 sala di zîndanê de ma. Hemû li ser hev 100 sal cezayê zîndanê û 10 milyon TL ceza lê hatîye birrîn. Bêşîkçî di sala 1999a de bi guhertina hinek qanûnên tirkan û efûyek giştî serbest hate berdan.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin