Li Hewlêrê merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi rê ve çû
Merasîma pêşkêşkirina Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî duh duşemî li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin û di wê merasîmê de yekemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi peyamnêra kanala El An TV a Erebî, Jenan Moussa hat dayîn.
Îsal duyemîn salvegera şehîdbûna Şîfa Gerdî bû û ew cara yekê bû ku merasîma pêşkêşkirina Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî hat sazkirin.
Di merasîma xelatê de, li ser vexwandina Tora Medyayî ya Rûdawê, serokomarê berê yê Fransayê François Hollande jî amade bûbû û wergira xelatê Jenan Moussa xelat ji destê Hollande wergirt.
Di merasîma xelata navdewletî ya Şehîd Şifa, ji bilî gotar û belgefîlmên ku hatin pêşkêşkirin, awaz û stranên cuda jî ji aliyê herdu hunermendên navdar, Ciwan Haco û Sîrwan Zehawî ve hatin pêşkêş kirin.
Hollande biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê weke biryareke "bilez" bi nav kir û got: “Bandora wê ya xirab dê çêbibe. Ez dibêjim ev biryara Trump xeletiyeke gelek mezin e.”
Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî, Serokê berê yê Fransayê François Hollande diyar kir: “Ez ji wê milmilaneya ku niha li Sûriyê heye, nîgeran im. Tirkiye li ser Kurdên Sûriyê, bûye gef. Di her pevçûneke navbera wan de, dibe ku DAIŞ vê xeletiyê weke derfet bi kar bîne, daku karên xwekujî û teqînan encam bide.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin