Li Hewlêrê zilamekî bi narincokê xwe û keça xwe kuşt!

Li Hewlêrê zilamekî bi narincokê xwe û keça xwe kuşt!

Li bajarê Hewlêrê, zilamekî bi narincokê xwe û keça xwe kuşt û zavayê xwe jî birîndar kir!

A+A-

Navenda Nûçeyan - Çavkanîyekî ewlehîyê ji BasNewsê re got, duhî êvarê li taxa Bineslawe ya Hewlêrê, zilamekî 45 salî bi narincokê xwe û keça xwe kuşt!

Li gorî agahîyan, di demê de zavayê wî zilamî jî ku nêzîkî wê rûdanê bûye, birîndar bûye.

Li gorî agahîyên BasNewsê, ew zilamê ku xwe û keça xwe kuştîye, di warê derûnî de baş nebûye, ji ber ku çend saetan berîya ku xwe û keça xwe bikuje, li ser rûpela xwe ya facebookê behsa mirinê kiribû û gotibû, “Heta mirov nemire ti kes qîmeta mirov nizane…!”

Wî zilamî her wiha stranek bi navê “Paş Mergim” ya hunermendê kurd Mişko jî li ser facebooka xwe danîbû.

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin