Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Li himberî êrîşên li ser esnafan, dive hemû pêkhateyên civatê helwesteke sivîl, yekgirtî bihûnin

A+A-

Cano AMEDî

Li bajarê Amedê, di van mehên dawî de, li çend çîhên cuda,  hinek kesên mobilize, êrîşî çend “Cafexanan” û xwaringehan kirin.  Di destpêkê de, bi “hecetên” prostesto kirine  dest bi êrîşan kirin,lê piştrevan‘’protestona’’ bi teqemenî û gulebaranan dom kirin.Şeva berê (11.07.2024)jî li navçeya Sûrê, li kêleka mizgefta mezin, “Bûtîk kargaOtel” û Cafeya bi navê "Hewş" tê naskirin, ji alîyê sê kesên rû girtî ve hat gulebaran kirin û dengîhate teqandin. Qaşo xwestine “hişyarîyê bidin” xwedîyê cafeyê (!)

Lê mixabin rastîya bûyerê kûr û dirêje. Piştî Şerê Xendekan li navçeya Sûrê  serûbinîyeke mezin çê bû. Di bin navê   veguherîna bajarî (kentsel dönüşüm) de, borsaya rantê/menfaatê destpê kir. Lîstîkvanên şanoya xendekan jî ji wê rewşê wezîfeyek girtin û derketin ser dîkê! Xanî, avahî û ersayên di destê niştîcîhan de bûn,an bi zorê an bi gurzê “qanûnê”, yan jî bi çîrokên xapandinê, bi pereyekî kêmtir, bi erzanî bi dest xistin. Ev bazar îro jî dom dike û borsaya rantê her diçe bala grûbên mafyayê dikşîne.

Ev borsaya hanê îşteha grûbên mafyayê û desthilatdaran geş kir. Grûbên krîmînal û yên narkotîkê bi piştgirî û hevkarîya hêzên ewlekarîyê yên dewletê berêxwe dan merga menfeatê. Şirîkatî û hevaltîya dijberan destpê kir. Ev êrîşên van rojan pêktên, encamên wê şirîkatîya bixwînê ye. Gefxwarin, çavtirsandin û qewirandina sermayeyê (kapital), rê li ber grûbên militarist û narkotik vedike. Tiştên niha li Amedê diqewimin encamên wê şirîkatîyê ye.

Li navçeya Sûrê, ji destpêka Şerê Xendekan heta vê gavê, kronolojîya firotin û sitendina xanîya, an jî destguhertina tapûyan wê her tiştî raxe ber çavan. Xanî û avahîyên di nav Sûrê de, gellek biqîmet û dîrokî ne. Cîhên  ku di nava Sûrê de ne, bi her awayî  cihekên dîrokî û wargehên şariştanîyê ne; mejîyê bajarvanîyê ûmuzexaneya çand û hunerê ne. Ji bilî dagirkeran, niha jî qefleyên rantê navenda bajêr dagir kirine. Li her derê hewldanên qefleyên gur û rovîyan, çeqel û keftaran, di bin çavdêrîya desthilatdaran de dom dike. Xuyaye ku, dewlet dixwaze bi alîkarîya grûbên çekdar û krîmînal, sermayeya bajêr  destbiguherîne. Ev grûbên hane bêdestûra hêzên ewlekarîyê û îstîxbaratêyên dewletê nikarin gavekê jî bavêjin;lê mixabin, bi roj, li ber çavên hêzên ewlekarîyê, êrîşî cîhê kargehan dikin, çavên esnafan ditirsînin û rê li ber demsalên tirşe vedikin.

Ew êrîşên hov, di bin sîwana “selefî”yê de, li ser navê dînê îslamê têne meşandin. Lê em baş dizaninku, ev grûbên van karan dikin ne bi sere xwe ne. Ji alîyê sazîyên dewletan ve tên organîze kirin û fînanse kirin. Bi taybetî sîyasetek gellek dijwar tê meşandin û guhertina demografyayê ji xwe re kirîne armanc. Ji alîyekî ve nifûsa cîwan bi girsayî dişinin Ewropayê, lê ji alîyê din ve jî, nifûsekeciwan/leşker di bin navê koçberîyê de bicîh dikin. Bê dîyalogîya “ez nizanim, min nebihîst, min nedît” roj bi roj weke kurmê hevreşîmê, cîh li xwe teng dike. Êdî awazên hawar û qêrînê jî tesîr nake.

Ez îro çûm navenda Sûrê min bi karsazekî kurd yê oldar re sohbetek têr û tije kir.  Ji wir ez derbasî cafeya hatibû gulebaran kirinbûm, min seredana wan kir û diderbarê bûyerê de hinek agahî girt. Esnaf û karsazên bajêr, ji vê rewşê gelekî acizin û ew bixwe dibêjin ev lîstokek gemar û metirsîyê ye. Ji ber ku sîyaseta Kurdî di bin du baskên desthilatdar û bihêz de dîl maye, nikare tiştekî bike an tevbigere. Ev jî rê li ber grûbên tundrew vedike. Bê rêxistinî û bê dîyalogî destê paleyên xirabîyê xurt dike.

Divê rojek zûtirîn di bin pêşengîya Odeya Pişesazî û Bazirganîyê ya Amedê de, karsazên bajêr, ode û sazîyên sivîl, komeleyên heremî, rewşenbîr û kesayetên pêşeng yên civakî û olî, nûnerên partîyên sîyasî li ser vê mijarê rojeveketaybet tayîn bikin û di derbarê siberoja bajêr û talûkeya pêlên xirabîyê ya ser civatê binîrxînin û însîyatîfa xwe îdare kirine bixin rojeva xwe.

Sîstema desthilatdar, bi stratejî û sîyaseta tune kirinê rojeva xwe dimeşîne. Her diçe pêlên xizanîyê û emareyên lehîyên civakî xuya dike. Divê desteya diyalog û însîyatîfa bajêr ya rasteqîn bê amadekirin û li himberî vê talûkeyê û xirabîyan helwesteke yekgirtî bê hûnandin.

13.07.2024/ Amed

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin