Li îdirê di mala polêsan de 374 tomara hilbijêran hate tespîtkirin
Nûçeyên dek û dolabên hilbijartinê ji bangeşeya wê bileztir e. Ev çendîn roj e ku ji gelek deveran nûçe belav dibin ku tomara hilbijêran ji niştecihan zêdetir e.Nûçeyeke bi vî rengî ji Îdirê hat.
A+A-
Piştî Nîgde Ulukişla, Sêrt, Riha û Şernexê, vê neqlê jî li Îdirê nelirêtiya hilbijartinê hat tespîtkirin.
Hat ragihandin li Îdirê, di Mala Polêsan a ku bi 38 jûreyan e, tomara 374 hilbijêran dixuyê.
Di sîstema Pişkinîna Mal û navnîşanan a Lijneya Bilind a Hilbijartinê YSKyê ku dide partiyên siyasî, di Mala Polêsan a Navçeya Navendî ya Îdirê, 374 hilbijêr tomarkirî dixuyê ku 38 jûr tê de ne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin