Li Îdlibê Rejîma Sûriyê operasyonek da destpêkirin

Li Îdlibê Rejîma Sûriyê operasyonek da destpêkirin

Bi dijwarbûna şerê navbera komên çekdarên muxalîf ên Tirkiye piştgiriya wan dike û rêxistina Heyet Tehrîr Şam re, artêşa Sûriyê jî kete nav liv û tevgerê û operasyoneke berfireh li dijî muxalîfan da destpêkirin.

A+A-

Li gor çavkaniyên medya erebî, artêşa Sûriyê li bajarê Hemayê li dijî muxalîfan amadekariya operasyoneke mezin dike û ligel wesayîtên leşkerî bi sedan leşkerên xwe şandin herêma Sahel el Ghab a bakurê rojavayê Hemayê.

Çavkaniyên herêmî radigihînin ku artêşa rejîma Esed operasyoneke berfireh li dijî muxalîfan daye destpêkirin û balafirên Rûsyayê jî hatine rakirin.

Herwiha amadekarên operasyonê li Idlibê jî berdewam dikin û hat destnîşankirin ku 45 hezar leşkerên rejîma Sûriyê ji bo operasyonê di amadebaşiyê de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin