Li Idlibê xwepêşandan dijî nêzîkbûna Sûriyê û Tirkiyê hat kirin
.
Li bajarê Idlibê yê bakurê rojavayê Sûriyê bi sedan kes dijî gotûbêjên di navbera berpirsên Sûriye û Tirkiye de xwepêşandan kirin.
Xwepêşanderan bi rêya sloganan ew yek bi bîr anîn ku ew qet li gel Hikûmeta Sûriyê aştiyê pêk nayînin û ew tenê bi nemana Esed razî dibin.
Koçberê Hemayê Hemze el-Umer got, “Em hatin Idlibê da ku daxwazên şoreşê piştrast bikin, wate em aştiyê li gel rejîma Esed pêk nayînin. Niha gotûbêj di navbera Tirkiye û rejîmê û Rûsyayê de hene û daxwaza Rûsyayê asayîkirina peywendiyan e li gel rejîmê ye lê em ji wan re dibêjin em li meydanê ne, em tenê xwediyê dozê û biryarê ne, şoreşê bi milyonan şehîd dane û bi sed hezaran girtî, em qet venagerin û prensîbên xwe nafiroşin.”
Xwepêşanderên Idlibê bi rêya solganan eşkere kirin, niha li ba wan wek di 2011ê de, qet ew qebûl nakin ti aliyek bi navê wan biaxive yan biryarê bide.
Koçberê Hemayê Mihemed Meteer anî ziman, “Em hatin vir, me dest ji karê xwe berda ye, em kom bûne da ku peyamekê ji hemû cîhanê û Tirkiyê û hemûyan re bişînin, em aştiyê pêk nayînin. Ev doza me ye, divê em gotina dawî bibêjin, em qebûl nakin ti kes misawemê li ser xwîna me bike yan bi navê me biaxive. Em daxwazê ji hemû grûpan ji bakur heta başûr dikin çeperan pê xînin, em daketine meydanê û divê hûn çekan amade bikin û berê xwe bidin çeperên pêş.”
28ê Kanûna 2022ê, Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiyê û Sûriyê li Moskowê bi navbeynkariya Rûsyayê bi armanca nakokiyan çareser bikin civiyan, nakokiyên 11 salên derbasbûyî ji encama krîz û şerê navxweyê Sûriyê gotûbêj kirin.
Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî dijî nêzîkbûna Sûriyê û Tirkiyê ne. Li gor çavdêrên peywendîdar û aliyên siyasî li navçeyên derveyî kontrola hikûmetê, girêka kor a Sûriyê qet bi asayîkirina peywendiyan di navbera hikûmetên Tirkiye û Sûriyê de çareser nabe, tenê ev yek bi biryara navdewletî 2254ê ve girêdayî ye.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin