Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 100 kesan ji ber jehrîkirinê hatin desteserkirin
.
Wezareta Navxwe ya Îranê desteserkirina zêdetirî 100 kesan girêdayî mijara jehrêkirina xwendekaran ragihand.
Wezareta Navxwe ya Îranê di daxuyaniyekê de rahand ku ji ber jehrêkirina xwendekaran li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 100 kesan hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Îranê, ew kes li parêzgehên Urmiye, Sine, Hemedan, Tewrêz, Gîlan, Xozistan, Zencan, Xorasana Rezewî, Fars û Qumê hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku “hinek kesên girêdayî hêzên opozîsyonê di nav wan desteserkiriyan de hene, ku bi mebesta rawestandina proseya xwendinê bi madeyên bê metirsî xwendekar jehrî kirine.”
Ji aliyê din, li 6 bajarên Ewropa revenda Îranê civînên nerazîtiyê li dijî jehrîkirina xwendekaran lidar xistin û ew kar bi planên desthilata Îranê dan zanîn û li dijî Komara Îslamî ya Îranê drûşm berz kirin.
Civînên nerazîtiyên Îraniyan li bajarên Frakfurt, Munchen, Hamburg ên Almanya û Kopenhaga paytexta Danmarkê û Stockholm a paytexta Swêdê bûn.
Herwiha hat diyarkirin ku ji hefteya borî vir ve hejmara jehrîbûnê gelekî kêm bûye.
Jehrîbûna xwendekaran 3 mehan berî niha ji bajarê Qumê dest pê kiribû lê berî çend rojan piştî vê li piraniya parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatibû dîtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin