Li Îranê 80 Kurd hatin binçavkirin!
Li Îranê tenê di meha Îlonê de 80 Kurdên sivîl ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin binçavkirin.
A+A-
Îranê, zext û zorên xwe li ser gelê Kurd zêde dike.
Di derbarê mijarê de Rêxistina Mafên Mirovan ya Kurdistanê (Hengaw) raporek weşand. Li gorî vê roparê, hêzên ewlehiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bi piranî li derdora Urmiyê; 3 jê pîrek, tevde 80 Kurd binçav kirin.
Li Urmiyê 43, li Sinê 36 û li Kirmaşanê jî Kurdek hatin binçavkirin. Ji van kesan 40 jê aktîwîstên sivil, 18 jê karker, 17 jê aktîwîstên sivîl in û 4 kes jî ji ber sebebên nediyar hatine binçavkirin.
Dîsa li gorî heman raporê di meha Tebaxê de 44 Kurd hatibûne binçavkirin. Di van demên dawî de rêjeya binçavkirinê ji %82 zêde bûye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin