Li Îranê Tevî Qutkirina Înternetê Xwepêşandanên Girseyî Didomin

Li Îranê Tevî Qutkirina Înternetê Xwepêşandanên Girseyî Didomin

.

A+A-

Xwepêşandanên  li serenserî gelek bajaran û bi taybet li eyaleta Kurdistanê di hefteya çaran de didomin.

Rexistina Çavdêrîya Astengkirina Înternetê NetBlocks ragihand ku li Îranê îro di giheştina înternetê de astengekîye mezin heye û karanîna înternetê li gor rojên din ji sedî 25 kêm bûye.

NetBlocks destnîşan kir ku astengîya înternetê îro ya dibe ku belavkirina agahîyên di derbarê xwepêşandanan de pirtir sînordar bike.

Li gor ragihandina şahidan di xwepêşandeneke li paytext Tehranê 30 jin li kolanan bi dirûşma "Bimire Dîktator" dimeşîyan û çarşefên xwe derdixistin. Otomobîlên derbaz dibûn jî tevî gefên hêzên ewlehîyê bo piştgirîyê deng didan.

Vîdyoyên ser medya civakî nîşan didin ku di heman xwepêşandanê de hêzên ewlekarîyê êrîşê xwepêşanderên jin dikin û li wan dixin.

Herwiha di xwepêşandanên din yên li bajar de jinan protestoya bêdeng ya bi nelixwekirina hîcabê didomin.

Ji alîyekî din li Zanîngeha Emîr Kebîr li Tehranê greva xwendekaran didome.

Li başûrê welat li bajarê Asaluye li eyaleta Buşehrê jî karkerên kargeha herî mezin ya petrolê ya li Îranê xwepêşandanên xwe ji do Sêşemê ve didomînin. Di dîmenan de tê dîtin ku wan rê girtine û qîrînên dijî rêberên Îranê bilind dikin.

Lê, jiber astengî û qutbûna internetê, bi hûrgulî nayê zanîn ka asta xwepêşandanan çawa ye.

Li gor ragihandina bizavkar û nûçeyên ser medya civakî alozî bi taybet li herêmên Kurd yên rojavayê Îranê dijwar bûye û hêzên Komara Îslamî li van hereman dijî xwepêşanderên Kurd tepeserkirineke tund pêk tinin.

Ew du şev in li ser hev li bajarê Sinê (Senendec) dengê peqînan û qîrînên xwepêşanderan tê bihîstin, li kolanan agir xuya dike û dûyên reş li esman belav bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengaw îro Çarşemê ragihand ku li bajarên Sinê, Saqiz û Dîwandere yên Kurdîstanê hebûna hêzên ewlehîyê yên çekdar yên Îranê zêde bûne.

Hengaw dîmenên dikanên girtî û kolanên vala li hin deveran nîşan da û ew wek greva dikandaran bi nav kir.

Hengawê herwiha vîdyoyek belav kir ku tê de meşînên polîsan yên nav bajêr xwane dibin, ku tê gotin ku li bajarê Saqiz hatiye kişandin.

Rêxistinên mafên irovan didin zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 30 Kurd li eyaleta Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Di xwepêşandanan de bi dirûşmên wek "mirin ji dîktator re", xwepêşender herî serekî daxwaza têkçûna rejîma olî ya dewleta Îranê dikin.

Hêzên ewlehîyê yên Îranê dijî xwepêşanderan gaza hêsir û rêkên din yên tepeserkirinê bi kar tînin.

Hin vîdyo nîşan didin ku polîsên Îranê di nav girseyê de gulebaran dikin, ku çavder dibêjin dibe ku ew guleyên rastîn jî ixebitînin.

Berpirsê polîsên Îranê, General Huseyîn Eştarî îro di televîzyona dewletê de, bê pêşkêşkirina delîlan, îdia kir ku komên dijî şoreşê ji derve kincên polîsan li xwe kirine û gule berdane nav girseyê.

Wî îdia kir ku polîsên Îranê hinek ji wan kesana girtine.

Wezîrê Perwerde yê Îranê Yusif Nûrî jî cara yekê qebûl kir ku di xwepêşanan de zarokên di temenê dibistanê hatine girtin, lê wî red kir ku jimareya wan zarokan eşkere bike.

Rojnameya alîgirê dewletê Shargh ragihand ku xwendekarên zarok yên hatine girtin li navendeke derûnî têne girtin, ne li girtîgehê.

Rexistinên mafên mirovan didin zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve, 19 ji wan zarok, herî kêm 185 kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Xwepêşandanên li Îranê di 16’ê Îlonê de di merasîma binerdkirina Jîna Emînî li bajarê Saqizê li eyaleta Kurdistanê destpê kirin û li seranserî welat belav bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin