Li Iraqê 61 kesên din bi Koronayê mirine
Wezareta Tendirustîya Hikûmeta Iraqê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşîya vîrusa Koronyê de daxuyanîyek belav kir û di wê daxuyanîyê de ragihand 1.554 kesên din bi Koronayê ketine û 61 kesên din jî bi Koronayê mirine.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Roja çarşemê 17.06.2020an Wezareta Tendirustîya Iraqê ragihand li seranseerî Iraqê, di dema 24 saetên dawî de 1.554 berketîyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 908 nexweş jî baş bûne. Herwiha 61 kes jî bi Koronayê mirine.
Di berdewamîya daxuyanîyê jî de Wezareya Tendirustîya Iraqê daye zanîn heta niha li Iraqê 24 hezar û 254 kes bi Koronayê ketine. Herwiha 10 hezar û 770 kes baş bûne û 773 kes jî bi Koronayê mirine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin