Li Iraqê dijî karwana Hevpeymaniya Navdewletî êrîşa bombeyî
Li Iraqê dijî karwana Hevpeymaniya Navdewletî êrîşa bombeyî
A+A-
Hat ragihandin ku li bajarê Musena yê Iraqê êrîşeke bombeyî li dijî karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî ya kelûpelên lojîstîk tê de bûn hatiye kirin.
Çavkaniyeke leşkerî ji Iraqê derbarê êrîşê de ragihandiye ku karwaneke hevpeymaniyê di navbera bajarê Musena yê başûrê Iraqê û bajarê Dîwaniyê de rastî êrîşeke bombeyî hatiye.
Heman çavkaniyê daye xuyakirin ku êrîş bi teqandina bombeyeke ku li kêleka otorêyê hatiye danîn pêk hatiye û ziyana madî çêbûye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin