Li Îzmîrê polêsan daxwaza sîxûrtiyê li ciwanekî kirin, qebûl nekir, îşkence lê kirin
Li Torbalıya navçeya Îzmîrê polêsan, ciwanekî bi navê Yiğit Üste, li şûna emniyetê birine daristanekê û daxwaza sîxûrtiyê lê kirin. Hat gotin çima ku Üsteyî ev sîxûrtî red kiriye, îşkence lê kirine. Piştî vê jî li dê û bavê wê dane û gef li wan xwarine.
A+A-
Hat gotin, li Torbalıya Îzmîrê, ciwanekî bi navê Yiğit Üste desteser kiriye lê li şûna ku wî bibin emnîyetê, wî birine daristanekê û 4 polêsan lê îşkence kirine.
Bavê wî Harbi Üste jî serî li Komeleya Mafên Mirovan İHDê daye û gotiye polêsan dawxwaz li kurê wî kiriye ku bo wan sîxurtiyê bike lê Üsteyî ev yek red kiriye. Ji ber vê jî dora 6 saetan îşkence li kurê wî hatiye kirin û wî birine emniyetê.
Parezerê Üsteyî, li emniyetê dîtiye ku di serê wî û destên wî de şopên îşkenceyê hene û herwiha rapora darpê jî bo wî nehatiye dayîn.
Herwiha hat gotin polêsan avêtine bi ser mala Üsteyî û li dê û bavê wî dane. Heta ku dayîka Üsteyî rakirine nexweşxaneyê. Digel vê jî çek li bavî nîşna dane û gotine 'Heqê Yiğit ev e' û gefa mirinê lê kirine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin