Li Kastamonûyê êrişî karkerên Kurd kirine: Karkerekî miriye, yek jî birîndar bûye

Li Kastamonûyê êrişî karkerên Kurd kirine: Karkerekî miriye, yek jî birîndar bûye

.

A+A-

Li navçeya Cîdeya Kastamonuyê bi çekan êrişî karkerên Kurd kirine. Di encama êrişê de karkerek miriye û yek jî birîndar bûye.

Li navçeya Cîde ya Kastamonuyê dema karkerên Kurd ên Êlihî yên bi navên Abdurrahman Bîrgun (47) û Hamît Oran (33) kar û barê boyaxkirina avahiyeke 3 qatî kirine, rastî êrişa çekdarî ya xwediyê malê Serhat O. hatine.

Dema karkerên Kurd ji bo destpêkirina kar li jêrzemîna avahiyê cil û bergên xwe guherandine, rastî êrişa çekdarî ya xwediyê malê Serhat O. hatine. Di encama êrişê de her du karker jî bi giranî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku di destpêkê de her du karkerên Kurd birîndar bûne û tîmên tendirustiyê ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Cîdeyê. Lê belê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê, karkerê bi navê Abdurrahman Birgun can daye, dermankirina karkerê din ê bi navê Hamit Oran berdewam e.

Piştî bûyerê, êrişkar Serhat O. ji hêla cendirmeyan ve hatiye desteserkirin. Piştî îfadeya li qereqolê, êrişkar Serhat O. sewqî edliyeyê kirine.

Li gorî nûçeya Rûdawê Karker Hamit Oran ji medyaya Tirkiyeyê re ragihandiye: “Em ji Êlihê bo kar hatin û em karkerên avahiyê ne. Sibê hat ji min cigareyek xwest, min jî cigare pêça û da wî. Me li jêrzemînê cilê xwe diguhert û cilên kar lixwe dikirin. Min carekê dît li devê derî rawestiyaye û çifte di destê wî de ye. Me hê tiştek fêm nekir û yekser teqe li me kir. Piştî wê min şok derbas kir. Ji ber çi êrîşî me kir, sedema wê çiye, em dixwazin bizanin. Di navbera me de bi ti awayî tiştek neqewimî. Em dişixulin û em ji nanê xwe hatine. Bi carekê de hat odeyê û teqe li me kir.”

Oran herwiha gotiye; “Di navbera me de ti nîqaş çênebûn. Kî çi dibêje derewan dike. Hat odeyê û rasterast teqe li me kir. Em çûn wêderê bixebitin. Min hevalê xwe jidest da, rewşa min jî weke hûn dibînin. Ez bi zehmetî filitîm. 4 zarokên hevalên min hebûn û yek jê xwedî pêdawîstiyên taybet e.”(AY)

*Çavkanî: Rûdaw, Ajansa Mezopotamyayê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin