Li Kelha Zêrzevanê bajarekî binerdî hat kifşkirin
.
Di xebatên li ser Kelha Zêrzevanê ya li Diyarbekirê de bajarekî binerdî hat kifşkirin. Li gorî ragihandina berpirsên xebatên kolandina kelhê, ji bo ku bajarê binerdî bi temamî bê derxistin dê xebat bên berfirehkirin.
Di xebatên li ser Kelha Zêrzevanê ya li Diyarbekirê de bajarekî binerdî hat kifşkirin. Li gorî ragihandina berpirsên xebatên kolandina kelhê, ji bo ku bajarê binerdî bi temamî bê derxistin dê xebat bên berfirehkirin. Piştî kifşkirina Perestgeha Mîtrasê, ji welat û çar aliyên cîhanê salane bi sedhezaran geştyaran serdana Zêrzevanê kirin. Bi vê kifşa dawiyê tê çaverêkirin ku hejmara geştyaran hê jî zêdetir bibe.
Li ser Kelha Zêrzevanê xebatên kolandinê ji 2014an ve berdewam e. Herî dawî bi alîkariya jeoradarê bajarê binerdî hat kifşkirin. Li gorî encamên kifşa dawiyê di bin erdê de avahiyên mezin û 4-5 qatî hene. Ji bo ku ev avahî ji binê erdê bêne derxistin xebatan dest pê kirine. Li gorî ragihandina şûnwarnasan, di xebatan de dê hêj gelek nihêniyên Kelha Zêrzevanê bêne kifşkirin.
Şûnwarnas Mehmet Bîlen ji K24ê re diyar kir: “Li ber dêrê valahiyeke 6-7 metre heye. Li aliyê kuleye 40-45 metre valahiya tunelê xuya dike. Li pişt dêrê valahiya 5-6 metreyan heye û em dibêjin ev der mal in. Hin ji van cihan 5-6 metre di binê erdê de ne. Hin cih 10 metreyan di binê erdê de ne. Hin cih hene 2-3 metreyan di binê erdê de ne. Li gorî axa ku ketiye ser em ê lêbinêrin.”
Kelha Zêrzevanê nêzîkî navçeya Çinar a Diyarbekirê, li ser riya Mêrdîn û Diyarbekirê cih digire. Dîroka wê heta 3 hezar sal diçe. Ev der di dema Împaratoriya Romayê de wekî baregeheke serbazî dihat bikaranîn. Piştî ku Perestgeha Mîtrasê hat kifşkirin bi sed hezaran geştyarên navxweyî û biyanî serdana kelhê kirin.
Xebatkarê kolandina Kelha Zêrzevanê Vedat Şeker ji K24ê re diyar kir: “Hema bêje ji her welatan geştyar serdana vê derê dikin. Em dikarin bêjin ji her bajarê Tirkiyeyê jî geştyar tên serdana vir. Geştyarên ku ji derveyê welat tên, dixwazin Perestgeha Mîtrasa bibînin. Ji ber ku ew baweriyeke girîng e. li seranserê cîhanê bi giştî 22 Perestgehên Mîtrasê hene û ya li rojhilat li Kelha Zêrzevanê ye.”
Li gorî ragihandina berpirsên xebatên kolandina kelhê, dibe ku di xebatên îsal de beşeke din ya nihêniyên Kelha Zêrzevanê werin kifşkirin.
Li kelha Zêrzevanê di 2014an de xebatên kolandinê destpê kirin. Heta îro ji sedî 5-6ê wê hatiye kifşkirin. Berpirs dibêjin; dê xebat 50-60 salan berdewam bikin. Di her xebatekê de berhem û asarên nû tên kifşkirin.
Nûçe: Kurdistan 24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin