Li Kerkûkê 15 roj dem dan malbatên Kakeyî da ku malên xwe vala bikin

Li Kerkûkê 15 roj dem dan malbatên Kakeyî da ku malên xwe vala bikin

.

A+A-

Hat ragihandin, ji bo 31 malbatên Kurd ên Kakeyî yên li Kerkûkê 15 roj dem hatiye dayîn ku malên xwe vala bikin.

Malbatên Kakeyî yên ku beriya niha sirgûnî bajarên cuda hatin kirin û piştî sala 2003an vegeriyan Kerkûkê, careke din di bin xeteriya derxistina malên xwe de ne. Ji 31 malbatan tê xwestin bi hinceta qada ku mala wan lê ye dikeve qada projeya giştî.

Ciwamêr Mehmûd ku ev 17 sal in li vê taxê dijî diyar kir, beriya niha ji Kerkûkê hatibûn derxistin, dema vegeriyan ev erd ji wan re hatibû veqetandin û niha jî dixwazin bên derxistin.

“Wan ji me re ragihandin, divê em vê derê vala bikin. Em nizanin em diçin ku derê. Siyasetmedar çima li ser me tiştekî nabêjin?"

Rêvebiriya Çavkaniyên Avê ya Kerkûkê ji bo malbatên mijara gotinê belgeyek îmze kiribû û gotibû ku wê di nava 15 rojan de malên xwe vala bikin û hat gotin, ev xanî bûne sedem ku proje were rawestandin.

Welatiya bi navê Necîbe Hebîb ji K24ê re wiha gotiye: “Ez ji sedî 40 astengdar im, ez nikarim tiştekî bikim. Em ê herin ku derê? Divê tazmînatê bidin me da ku em herin cihekî din.”

Berpirsên Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya Kerkûkê diyar dikin ku hemû xaniyên sînorê milkiyetê derbas dikin wê werin hilweşandin û di qonaxa bê ya projeyê de jî wê hin xanî werin hilweşandin.

Rêvebirê Çavkaniyên Avê yê Kerkûkê Zekî Kerîm Ehmed jî ragihandiye, me bi nameya Parêzgariyê ev xanî agahdar kirin. Divê ev cih bên valakirin ji ber ku sînorê milkiyetê derbas kirine."

Bi projeya ku di sala 2022an de destpê kir û budceya wê 2 milyar dînar e, tê pêşbînîkirin ku kaniya Xasê bi şêweyeke nûjen were birêxistinkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin