Li Kerkûkê belgeyên tendirustiyê yên bi kurdî hatin qedexekirin

Li Kerkûkê belgeyên tendirustiyê yên bi kurdî hatin qedexekirin

.

A+A-

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê biryara rakirina zimanê Kurdî li ser lîsans û ruxsetên ku ji bo xebitandina saziyên tendirûstiyê hatine derxistin bû sedema bertekan. Rêveberiya Giştî ya Tendirûstiya Parêzgeha Kerkûkê amaje bi wê yekê kir ku biryar ji aliyê Wezareta Tendirustiya Iraqê ve hatiye dayîn. Lê Wezaretê diyar kir ku ev biryar li ser daxwaza Midûriyeta Parêzgehê hatiye girtin.

Li Kerkûkê rakirina kurdî ya di belge û lîsansên dermanxane, kargeh û bazirganiya girêdayî tendirustiyê de bû sedema bertekan.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Parêzgeha Kerkûkê Nebîl Hemdî Buşnaq di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got “Tişta ku em dikin, pabendbûna bi rênimayên Wezareta Tendirustiya Iraqê ye. Wezaretê diyar kir ku li hemû parêzgehên Iraqê divê belge tenê bi zimanê erebî bin, eger nebe ew biryar ne rewa ye. Eger ji me were xwestin ku sibê zimanên din li belgeyan zêde bikin, em ê bikin.”

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê, di fermannameya bi navê “ruxseta tendiristiyê” ya roja 7ê Îlona 2022an de, ji Rêveberiya Tendirustiya navçeya Dubiz re şandiye têgotin ku "li gorî biryara bi hejmara 2719 a 17'ê Tebaxa 2022'an ruxsetên tenduristiyê yên ji bo tesîs û kargehan bên dayîn dê bi zimanê Erebî bin."

Parlamentera Parlamentoya Iraqê ya Kerkûkê Necwa Hemîd ji Rûdawê re ragihand, ev biryar di meha Tîrmehê de hatibû standin lê piştî zext û bertekan ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatibû betalkirin.

Hemîd diyar kir ku wezaretê di 28ê Tebaxa 2022an de biryar ji Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Parêzgeha Kerkûkê re şandiye û got "Em bi Wezareta Tenduristiyê re axivîn. Em ê li ser mijarê lêkolînê bikin û heta betalkirina mijarê bişopînin. Lê Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku li ser daxwaza Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Parêzgeha Kerkûkê ev biryar hatiye dayîn."

Di Destûra Bingehîn a Iraqê de zimanên fermî yên dewletê kurdî û erebî ne. Divê her du ziman di belgeyên hukûmetê de bêne bikar anîn.

Cîgirê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 06.09.2022ê nameyek ji Wezareta Tendirustiya Iraqê re şand û tê de bi bîr xist ku di madeya 4 a Destûra Iraqê de zimanên Kurdî û Erebî zimanên fermî yên welat in û li Iraqê mafê perwerdehiya bi zimanên xwe yên zikmakî yên wekî tirkmenî, suryanî û ermenî tê garantîkirin.

Di Kanûna sala borî de şaredariya Kerkûkê çend tabela li hinek deverên bajêr danîbûn, bi zimanên Erebî, Îngilîzî û Tirkmenî lê ne bi Kurdî. Li bajarê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, piştî bertekên tund, di meha Tebaxa îsal de zimanê Kurdî jî li ser lewheyan zêde bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin