
Li Kerkûkê hemwelatiyek kurd hate kuştin
.
A+A-
Şeva borî li taxeke Kerkûkû ji ber şerê navbera du xinamiyan de hemwelatiyek kurd bi dar û hesin ji ber lêdan xwar jiyana xwe ji dest da.
Rêveberê binkeyê polîsê Domîz ê Kerkûkê Heval Berzincî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî li taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê, du xinamiyan ango kesûkarên hev şer kirin û encamê de kesekî bi navê Aras Hewêz Şelal ji ber bi dar û hesinan lêdan birîndar bû.’’
Herwaha got: ‘’Ew hemwelatiye ji ber bi giranî birîndar bû îro 24.11.2020ê li nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest da.’’
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin