
Li Kerkûkê hêzekî ewlehîyê avête ser taxeke din a kurdan
Îro hêzeke ewlehîyê li Kerkûkê bi baheneya kontrola malan, avête ser taxeke kurdan a Derwaze û vê yekê tirs di hemwelatîyan de ava kir.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Peyamnêrê BasNewsê ji Kerkûkê ragehand, îro 25.12.2019ê çekdarên lîwa ya 61 a ser bi hikûmeta Iraqê, bi bahaneya kontrolê avêtin ser hejmarek mezin a malên taxa Derwaze ya kurdan li bajarê Kerkûkê û bû sedem ku di hemwelatîyan de tirs çêbibe.
Herwaha hat zanîn awayê kontrol û avêtina ser malan de rûniştvanê taxê nîgeran kirine.
Demeke hêzên çekdar ên hatine sepandin li ser Kerkûkê bi bahaneyên cuda ve davêjin ser taxên kurdan û vê yekê di malbatên kurd de nerihetî çêkirîye û pir caran jî fişar çêdikin ku kurd mal û milkên xwe bifroşin û ji Kerkûkê derkevin.
Basnews- Dîyarî Ehmed
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin